• DOLAR 32.86
  • EURO 35.148
  • ALTIN 2427.697
  • ...
Lihevhatina dîrokî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî muzakereyan û hevdîtinên dirêi, Îran û welatên koma 5+1(Emerîka, Fransa, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Elmanya) li bajarê Lozanê yê Swîsrayê li ser çareserkirina kirîza nuklerê ya Tehranê li hev kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf  ragihand di gotûbêjên ku dihatin kirin de ji mijaran re çareserî dîtin û dest bi amadekirina pêşnumayê kirin.

Serokê Emerîkayê Barack Obama jî li ser vê yekê daxuyaniyek da û ragihand, Îranê qebûl kiriye ku heta 15 salan xebatên xwe yên nukleer bide sekinandin û jî sînordarkirinên li ser xebatên nukleerê yên Îranê bi qedeme rakin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê li ser lihevahatinê li ser hesaba xwe ya Twitter got: Di mijara bernameya nuklerê  de li ser krîterê girîng gihatş rêya çareserîyê. Pêşnûmeya lihevhatinê heta 30 hezîranê  di xelas bibe. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir