• DOLAR 32.452
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.38
  • ...
Ji bo ketî û bêkesan destê alîkariyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Kerwana Ûmûdê rûyê ketî û bêkesan kêf xweş kirin. Ji saziyên sivîl ên endamên Platforma Kerwana Ûmûdê, li Bûrsayê komela Ûmût Kerwanî Gida Bankasî, li Agiryê Cemîyeta Mustezefan û li Mêrdîn jî komela Azîm-Derê, destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên xizan û ketiyan kirin.

Saziyên Sivîl yên endamên Platforma Kerwana Ûmûdê, bi alîkarîyên xwe rûyê feqîr û bê kesan kêf xweş kirin.

Li Yildirima navçeya Bûrsayê Komela Ûmût Kerwani Gida Bankasî, alîkarîya bi sedan malbatên ketî û bêkesan kirin.

Ji rayedarên komela Ûmût Kerwani Gida Bankasî a Bûrsayê Abdûlmecît Çay derbarê faliyetande agahî bi qamûoyê re parve kir û weha got: ”Armanca me ya herî mezin, em alîkariyê bighînin hemî malbatên hewcweya wan bi me heyê. Lê belê alîkariyên me bi giştî derbarê qût, cil û berg û ardûyê zivistanêde yê. ji bo malbatên feqîr çi ji destê me tê em dikin. Jibo em hê zêde kesên muxtac kêfxweş bikin hewceya me bi alîkariya xerxwazan heye”.

Cemîyeta Mustez’efan a şaxa Agiryê jî li malbatên feqîr û muxtac alîkarî belavkir.

Serokê komîsyona alîkariyê ya Cemîyeta Mustezefan a şaxa Agiryê Evren Kiliçarslan, derbarê faliyetan de agahî parveir.

Kilinçarslan îfade kir ku bi ayeta “Kesên başiyê bikin Xweda ji wan hezdike” ji xwere kirine destur û xebatên xwe di vî warîde didomîne. 

Komela Azîm-Dera ku li Mîdyada navçeya Mêrdînê bi faliyetên xwe yên alîkariyê tê zanîn, bi desteka esnafên xêrxwaz dstê alîkariyê dirêjî malbatên Sûryeyî ê ku bune penaber û muhacir.

Serokê Komîsyona alîkariyê Saît Başaran,derbarê faliyetên Azîm-Derê de agahî bi qamoyêre parvekir.

Başaran weha got: “Kesên di binê sînorê birçîbûnêdene lazime bê xwedî nehêlin, em mal bi mal geriyan û mê tiştê ku ji destê me dihat li malbatên muxtac belav kir.” Başaran malavahiya xwe ya jibo kesên destek dane wan û kesên xerxwaz re anî ziman û weha dewam kir: “Kesên ku dixwazin bi wesîla Azîm-Derê alîkariya malbatên feqîr bikin, em amadene ji xwe armanca mejî ev e.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir