Adana'da 'Su Zirvesi' başladı
'Dünya Su Günü' münasebetiyle ASKİ'nin düzenlediği '1'inci Adana Su Zirvesi' başladı.
Platforma Kerwana Ûmûdê dîsa bû hêvîya xizan û bêkesan. Ji saziyên sivîl yên endamê Platforma Kerwana Ûmûdê, komela Yetîm-Der Û Nuh Egîtîm-Derê destê alîkarîyê dirêjî malbatên feqîr û muxtac kir.
Komela YETÎM-DERA ku li Amedê, bi faliyetên xwe yên alikariyê tê naskirin li beldeya Gurbuzê, malbatên xizan di cîhde tesbît kir û ji bo alîkariyê xebat dan destpêkirin.
Komela ÎRŞAD-DERa Gurbuzê ji destek da qampanyaya alîkariyê ya ku ji teref komela Yetîm-Derê ve hatîye destpêkirin.
Serokê komela ÎRŞAD-DERa Gurbuzê Nîhat Çam, îfade kir ku alîkariya êtîm û bêkesan berpirsyarîyek îslamîye û lazime em, ji kesên xizan û ketiyan re bibin destegir û alîkar.
Komela Nûh Eğîtîm-DERa ku li Şirnexê bi faliyetên alîkariyê tê zanîn, alîkariya ku ji aliyê Yetîm-Dera Ewrûpayê ve hatibû şandin, li malbatên feqîr û muxtacan belav kirin.
Serokê komîsyona alîkariyê Zekerîya Tatar, derbarê faliyetên Nûh Eğîtîm-Derê de agahî da û malavahiya xwe ya ji bo Yetîm-Dera Ewrûpa anî ziman û weha got: ”Xweda van alîkariyê Yetîm-Dera Ewrûpa li dergahê xwe qebûl bike înşallah” (ÎLKHA)