Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 788an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 788an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 453an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 468emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 8 qetlîamên 24 saetên dawîn de 81 sîvîlan şehîd kirin û 188 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 46 hezar û 788an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 453an. (ÎLKHA)