• DOLAR 35.438
  • EURO 36.659
  • ALTIN 3097.7
  • ...
Mesûlê Xezzeyê yê HAMASê Doxtor El Hayye “Dinya li ber berxwedanê heyirî ma”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berpirsyarê Xezzeyê û Endamê Buraya Siyasiyê HAMASê Doxtor Xelîl El Hayye piştî lihevkirina agirbesta li Şerîda Xezzeyê pêk hat û şûnde daxuyaniyên muhîm da.

Hayye dest nîşan kir xelkê filistînî demek tarîxiya tê jiyandin jê re şahîdiyê dike û di 7ê cotmehê de tiştên hat jiyandin ji bo xelkê filistînê û berxwedanê sebeba îftîxarbûnê ye.

Hayye erê peyivî, “Tûxayên Qassamê û hemû komên berxwedanê yên dinê bi operasyonên cesaret, baqilî hemû dinya kirye heyranê xwe û pesnê qerardariya Filistîniyên Şerîaya Rojava û Qudsê da. Di mucadeleya Tofana Aqsayê de di serî de Yahya Sînwar hemû şehîdên me ji bo dozek heqdar canên xwe feda kirine. Tofana Aqsayê di doza filistînê de merhaleyek muhîma tarîxî pêk aniye û tesîra hiştiye wê her tim di heş û aqilan de bimîne. Artêşa îşxalker bi eşkere yan jî dizî negihaştiye tu hedefî. Xelkê filistînê girêdayîbûna bi pîrozbahî û axên xwe parastiye.”

Welat, sazî û hemû komên berxwedana bi sîlehên li derveyê Filistînê destek dane Xezzeyê yeko yek ji wan re teşekur kir.

Berpirsyarê Xezzeyê yê HAMASê Hayye dest nîşan kir ku wê destpê kirina pêvajoya ji nûv ve ava kirina Xezzeyê bikin û bang xelkê Filistînê kir ku ji bo tesîrên îşxalê li ser xelkê Filistînê  derbas bikin di nav piştevaniyê de bin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir