Kerwana Hêviyê bi nirxê 140 milyon lireyî alîkarî li 336 hezar malbatan belav kir
Weqfa Xêrxwazî ya Kerwana Hêvîyê bi nirxê 140 milyon lîre alîkarî li 336 hezar malbatan belav kir.
Weqfa Xêrxwazî ya Kerwana Hêvîyê ya ku li 33 welatên cîhanê çalakiyên xêrxwaziyê li dar dixe, raporek li ser çalakiyên xwe yên di dema derbasbûyî de eşkere kir.
Di civînê de Serokê Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran, Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê Erdal Elîbuyuk û endamên lijneya rêvebiriya weqfê amade bûn.
Li gor daxuyaniyê, weqfê li welêt bi qasî 50 milyon û 237 hezar û 335 TL alîkarî li 60 hezar û 546 malbatan belav kiriye.
Her wiha bi nirxê 89 milyon û 621 hezar û 586 TL alîkarî li 275 hezar û 450 malbatên li derveyî welat belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakiyên li derveyî welat li 33 welatan hatin lidarxistin û di serî de Filistîn, Xezze, Sûriye, Lubnan û Yemenê hatin lidarxistin.
Her wiha hat gotin ku li 10 parêzgehên welat tîmên rizgarkirinê ava kirine û hewl didin ku vê hejmarê zêde bikin.
Wî got ku piştî agirbesta li Xezzeyê, wê çalakî ji bo çêkirina nexweşxaneya El-Nasrîyê li Xezzeyê ku ji ber êrîşan zirareke mezin dîtibû, dest pê bikin. Ji bo nexweşxaneyê budçeyek 615 hezar dolar hatiye veqetandin û di nava sê mehan de wê bê nûjenkirin. (ÎLKHA)