Berfirehiyên lihevkirina agirbestê ya li Xezzeyê dîyar bû
Detayên agirbestê jî eşkerebû. Li gor vê yekê her roja agirbest dewam bike ji 600 kamyonan 50 jê sotameniye wê têkeve Xezzeyê. 300 kamyon wê têkeve Bakurê Şerîda Xezzeyê. Li gor vê yekê wê teqasa êsîran jî destpê bike.
Piştî lihevkirina agirbestê fermîtiyê qezenc bike û şûnde tê texmîn kirin ji 3 merhaleyan pêk bê.
Hurgiliyên lihevkirina li ser mutabiq mane hêj wek fermî nehatiye eşkerekirin. Feqet hinek hurgilî di medyaya de hatin nîşandan.
Li gor vê yekê her roja ku agirbest dewam bike 600 kamyonên 50 jê sotamenî alîkariya însanî wê têkeve xezzeyê. 300 kamyon wê têkeve bakurê şerîda xezzeyê. li gor vê yekê wê pevguhertina êsîran jî destpê bike.
Rejîma siyonist ji 7ê cotmeha sala 2023an vir ve hemû zarok û prekên filistîniyên di ibn 19 salî de ye wê di merhaleya ewil de serbest berbide.
Hamas jî di roja ewila lihevkirinê de wê 3 êsîran berbide.
Digel di merhaleya ewil de wê 33 êsîrên siyonist serbest bên berdan.
Merhaleya ewila agirbestê wê 42 rojan dewam bike.
Rejîma siyonist li dijî her êsîrekî wê 30 êsîr û li dijî her êsîrek pîreka esker jî wê 50 filistînî serbest bên berdan. Ev yek jî tê vê maneyê ku ji hezarî zêdetir êsîrên filistînê wê serbest bên berdan.
Di merhaleya ewila agirbestê de artêşa îşxalker wê wek bi qedeme ji xezzeyê vebikşe û filistîniyên ji cihên xwe hatine kirin wê karibin vegerin herêmê.
Di roja 16emîna agirbestê de ji bo hemû êsîrên siyonist serbest bên berdan û artêşa îşxalker bi temamî vebikşe ji bo merhaleyên lihevkirinê wê dest bi hevdîtinan bê kirin.
Hamasê di operasyona tofana aqsaya 7ê cotmeha sala 2023an de 250 kes êsîr girtibûn.
Bi qasî 100 êsîrên siyonist hêj li şerîda xezzeyê êsîr tên girtin û rejîma îşxalker ji vanan herî kêm ji 3an yekên wan kuştiye. (ÎLKHA)