• DOLAR 35.427
  • EURO 36.616
  • ALTIN 3095.84
  • ...
Kurtulmuşê Serokê Meclîsê: Emê piştgirîya xwe ya li doza Filistînê bidomînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûman Kurtulmuşê Serokê Meclîsê, derheqê agirbesta li Xezzeyê tê kirin nirxandinan kir.

Kurtulmuş, di parvekirina xwe ya li ser hesaba Xê kir de wiha got:

“Mucadeleya mafdar û berxwedana bi rûmet a gelê Filistînê wekî dengê eniya mirovahiyê didome.

Agirbesta ku li Xezzeyê pêk hat, divê bibe destpêka gavên ji bo avakirina aştiya mayînde.

Teslîm kirina azadî û mafên Filistînê, mucadeleya parastina nirxên hevpar ên ne tenê yek gelî, her wiha mirovahiyê ye.

Mifteya aştî û aramiya Rojhilata Navîn azadiya gelê Filistînê ye. Ji bo vê yekê, her pêşveçûnek erênî ya li Xezzeyê di riya aştiya mayînde de gavek pir girîng e.

Ji bo bîranîna şehîdên filistînî yên ku em wan careke din bi rêzdarî bi bîr tînin, em ji dil bawer dikin ku serkeftina bindestan wê teqez eşkere bibe.

Berpirsiyariya dîrokî ya civaka navneteweyî ye ku gelê Filistînê xwedî dewletek bi tevahî serbixwe be ku tê de bi azadî bijî. Naskirina Dewleta Filistînê ku paytexta wê Qudsê ye, li gor sînorên sala 1967an, ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde li herêmê mecbûrî ye.

Weke Tirkiye em ê wek netewe û dewlet bi helwesteke hevpar piştgiriya doza Filistînê bikin.

Duayên me bi birayên me yên li Filistînê re ne, baweriya me ya temam heye ku mucadeleya wan wê bigihêje encameke bi rûmet û adil.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir