• DOLAR 35.451
  • EURO 36.559
  • ALTIN 3083.53
  • ...
HUDA PAR li Êlihê zafera Xezzeyê pîroz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ji bo Xezzeyê lihevhatina agirbest û pevguhertina esîran pêk hat xelkê Êlihê daket meydanan. Xelk li ber Serokatiya Êlihê ya HUDA PARê hat cem hevdu. Li vê derê zafer û serkeftina berxwedanên qehremanan hat pîrozkirin.

Evîndarên Eqsayê alên Fîlîstîn û tewhîdê hildan û tekbîr anîn û slogan avêtin.

Serokê Êlihê yê HUDA PARê Davût Şahîn li vê derê axavtinek kir û serkeftina berxwedanê pîroz kir.

Şahîn wisa got, “Dibe ku îsraîl û Emrîka yan jî welatên din ên emperyalîst xwe wek hêzên mexlûb nabin nîşan bidin. Lê binêrin li hember artêşa ku şehadetê weka saadetê dizanin û weka xelasbûnê dizanin mexlûb bûn. Lê mixabin rêberên ummeta Îslamê di vê îmtîhanê de rezîl bûn.”

Serokê Navçeya Navend a Êlihê Ugur Aksoy jî beyana medyayê xwend û destnîşan kir ev zafer ne tenê li ser maseya muzakereyê, li sahayê bi fedekariya mucahîdan hatiye qezençkirin.

Aksoy got, rejima siyonîst her tim agirbestan îxlal dike, ji ber vê yekê divê li hember vê yekê amadehî bê kirin.

Aksoy weha got:

Divê îzin nê dayin ku îşxalker vê yekê ji xwe re weka firsendekî bibîne. Ji bo Xezze ji nû ve bê avakirin divê hemû welatên herêmê bibin seferber. Alîkariya însanî bilezûbez ji Xezzeyê re bê şandin. Emrîka û rejima sîyonîst ji xwe re dike hedef ku hemû axên Fîlîstînê îşxal bikin. Divê alema Îslamê li hember van projeyan hişyar bin. Wezîfeya ummeta Îslamê ye ku azadiya Mescîdê Aqsayê pêk bînin heq û mafên Xezzeyê biparêzin û muafeze bikin. Ji bo vê yekê divê li hember rejima îşxalê têkevin nav piştevaniyê û destekê bidin mucadeleya birûmet a xelkê Fîlîstînê.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir