Yapicioglu: Xezzeyîyan çok nedan erdê, stûyê xwe xwar nekirin, pozê dijminê qirker rijandin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di daxuyanîya ku da de derbarê agirbesta li Xezzeyê de weha got: "Gelê Xezzeyê çok neda erdê, serî netewand, hêvîya xwe netewand, dev ji berxwedanê berneda û pozê dijminê qirker rijandin."
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derheqê tetbîqkirina agirbesta li Xezzeyê de peyamek parve kir.
Yapicioglu di peyama xwe de weha got: “Xezze bi êrîşên herî hovane yên dîrokê hat wêrankirin. Xezzeyîyan birçî hatin hiştin, tî hatin hiştin, bê derman û bê mal man.
Xezzeyîyan çok nedan erdê, serî netewandin, hêviyên xwe qut nekirin, dest ji berxwedanê bernedan û pozê dijminê qirker rijandin.
Silav ji misilmanên heqîqî yên xwedî biîzzet re!
Silav li şehîdên hêja yên berxwedanê!
Hemd ji Rebbê alemê re!” (ÎLKHA)