Îşxalker Ben-Gvir li dijî peymana Xezzeyê derket
Îtamar Ben-Gvirê ku jê re Wezîrê Ewlehîya Neteweyî yê Sîyonîstên îşxalkar tê binavkirin bertek nîşanî peymana ku bi armanca bidawîkirina qirkirina li Xezzeyê ye da. Wî ev peymanek wek "teslîmbûna HAMASê" bi nav kir.
Sîyonîstê îşxalker Ben-Gvir ragihand ku ew li dijî peymana ku bi mebesta bidawîkirina qirkirina li Xezzeyê ye û di muzakereyên nerasterast ên ku bi navbeynkarîya Misir û Qeterê tên kirin de pêşketinên berbiçav pêk hatine.
Ben-Gvir di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de wek, "peymana teslîmbûnê ya ji HAMASê re" bi nav kir û bang li hevkarê xwe yê koalîsyonê, Wezîra Malîyeyê Bezalel Smotrich kir ku ger dewleta işxalker di vî warî de biryarek bide, ji hikûmetê vekişe.
Ben-Gvir di vîdyoya ku parve kir de ji Smotrich re weha got:
"Em herin cem serokwezîr (Binyamîn Netanyahu) û bibêjin ku heke ew vê peymanê qebûl bike em ê ji hikûmetê vekişin."
Tê zanîn ku Smotrich, şirîkê din ê koalîsyonê, weke Ben-Gvir bertekên şîddet nîşan neda û gefa hilweşandina hikûmetê nexwar, her çend berê jî gotibû ku ew li dijî rêkeftinê ye. (ÎLKHA)