HAMAS,derheqê mizakereyên agirbesta li Dohayê de komên Filistînîyan agahdar kir
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS ragihand ku wê rêberên komên Filistînî ji bo rê li ber danûstandinên ji bo rawestandina şerê qirkirinê li Xezzeyê agahdar kirine.
HAMASê di daxuyanîya xwe de diyar kir ku wan bi serokên komê re rêze têkilî û şêwir kirine û derbarê pêşketinên di danûstandinên berdewam ên li Dohayê de hatine agahdarkirin.
Li gorî daxuyanîyê, serokên hêz û komên Filistînî kêfxweşîya xwe ji pêşdeçûna danûstandinan nîşan dan û tekez kirin ku pêwîst e amadekarîyên neteweyî yên pêwîst ji bo qonaxa bê bên kirin.
Serokatîya HAMASê û komên dinê tekezî li ser wê yekê kirin ku danûstandin û şêwirîn heta bidawîhatina rêkeftina agirbestê û pevguhertina girtiyan ku di qonaxên xwe yên dawî de ye, dê berdewam bin û hêvîya xwe anîn ziman ku ev gera danûstandinan bi rêkeftineke zelal û berfireh encam bide. (ÎLKHA)