Di êrîşa li Cenîna Şerîaya Rojavayê de 6 kes şehîd bûn
Di bomberdmana îşxalê ya li kampa Cenînê de yek jê zarok 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji teref rejima îşxalker ve ji kampa Cenînê re bomberdman hat kirin, di encama bomberdmanê de 6 kes şehîd bûn, herî kêm 3 kes jî birîndar bûn.
Wezaret diyar kir ku ji şehîdan 4 kes ji Nexweşxaneya Dewleta Cenînê re, 2 şehîd jî ji Nexweşxaneya Îbnî Sînayê re hatin rakirin; rewşa birîndaran jî heman rewş e.
Wezaret daxuyand ku navê şehîdan ev in; Mahmud Eşref Mustafa Garbiyye (15), Mûm,n Îbrahîm Mahmud Ebu El Heyca (28), Emîr Îbrahîm Mahmud Ebu El Heyca (27), Hûsam Hasan Îsa Kanuh (34), Îbrahîm Mustafa Kanîrî (23) û Baha Îbrahîm Ebu El Heyca (33).
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku balafirên bêînsan yê hewayê yên aîdê rejima îşxalker li nêzê çarrêya El-Avdeya Cenînê bi sê fuzeyan komekî sîvîlan hedef girt.
Artêşa îşxalê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Quds û Şerîaya Rojavayê 167 jê zarok herî kêm 843 Filistînîyan şehîd kir. (ÎLKHA)