Ji bireveberîya nû ya Sûrîyeyê, ji Tirkîyeyê re zîyareta ewil a fermî
Wezîrê Karên Derve yê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ku piştî ketina rejima Esadê li Sûrîyeyê hatibû damezrandin Esad Hasan Şeybanî, di daxuyanîya ku bi Tirkî kir de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, emê ji Tirkîyeyê re zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.”
Wezêrî Karên Derve yê bireveberîya Nû ya Sûrîyeyê Esad Hasan Şeybanî, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî Xê bi Tirkî daxuyanîyek parve kir, wî diyar kir ku ew ê sibe ji Tirkîyeyê re zîyaretekî fermî li dar bixe.
Şeybanî, di daxuyanîya xwe de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, ji Komarîya Tirkîyeyê ya ku 14 sal e gelê Sûrîyeyê qet bernedaye re dê zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.” (ÎLKHA)