Li Meksîkayê koçberan berê xwe dan sînora Emrîkayê
Bi sedan koçberên ku dixwazin heta Donald Trump nehatîye desthilatdatîyê bikevin nav Emrîkayê, ji bajara Tapachulaya Meksîkayê derbas bûn û berê xwe dan sînora Emrîkayê.
Bi sedan koçberên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene berîya ku Donald Trumpê ku ji serokatîya Emrîkayê re hatibû bijartin ji bo desthilatdarîyê sondxwarinê pêk neyne bikevin nav welat, ji bajara Tapachulaya ku bajara herî mezin e, çûn sînora Emrîkayê.
Hêzên ewlehîyê, li hinek cîhên bajêr tedbîrên ewlehîyê girtin.
Tê texmînkirin Trumpê ku bi tewrên xwe yên dijwarîya koçberan tê zanîn piştî ku di 20ê Çileyê de dest bi wezîfeyê bike berê xwe bide vê meseleyê. (ÎLKHA)