Li Ganayê ji ber şoba kolerayê candayîn zêde dibe
Li Ganayê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 40 kesan.
Di daxuyanîya ku ji teref Xizmetên Tenduristî ya Ganayê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji meha Cotmeha 2024an vir ve şoba kolerayê belavê 5 wîlayetan bûye.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li van wîlayetan 4 hezar û 850 weqayên kolerayê hatin dîtin, di şobê de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane jî derket 40 kesan.
Hat ragihandin ku kampanyaya vaksînê ya hikûmetê berdewam dike. (ÎLKHA)