Bi dehan sîyonîstên kedxwar avêtin ser Mescîdê Eqsayê
Sîyonîstên kedxwar di bin parastina hêzên îşxalker de avêtin ser hewşa Mescîda Eqsayê.
Li gor agahîya çavkanîyên herêmî bi dehan sîyonîstên kedxwar di bin çavdêrîya tund a polêsên îşxalker û yekîneyên îstixbaratê da ketin hewşa Mescîda Eqsayê, li baxçe gerîyan û ayînên telmûdiyê pêk anîtin.
Ji aliyê din ve hêzên îşxalker tedbîrên xwe li hember civaka Filistînî û gelê xwecihî li ber derîyê Mescîdê Eqsayê û derdora Bajarê Kevin tundtir kirine. (ÎLKHA)