Ebû Ubeyde: Zayîadên îşxalkeran, ji diyarîyên wan zêdetir in
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde weha got, “Di nav 72 seatên dawîn de ji 10an zêdetir leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî hatine birîndarkirin. Em bal dikşînin ku zayîadên ku artêşa îşxalê daye, ji yên ku daxuyandine gelek zêdetir e.”
Ebû Ubeyde, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek da û di daxuyanîyê de derheqê operasyona dawîn ên ku micahîdên Qessam bikaranîtine de agahîyan da.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, di daxuyanîyê de weha got:
“Micahîdên me digel 100 roj ji operasyona qirkirin û xerakirineke berfireh ya ku artêşa dijmin li bakurê Xezzeyê daye destpêkirin derbas bûye ve, zayîadên giran û derbeyên dijwar li dijmin dixe. Di nav 72 seatên dawîn de ji 10an zêdetir leşkerên dijmin hatine kuştin û bi dehan leşker jî hatine birîndarkirin.
Em bal dikşînin ku hejmarê zayîad û candayînên wan li gorî daxuyanîyên ku artêşa îşxalê dike zêdetir in. Ew ê hêzên îşxalê nikaribe hêzê berxwedanê bişkîne û bi vê şeklê mecbûr bimîne ku ji Xezzeyê vekişe û ew ê ev vekişîna wî jî di nav şermê de be. Yê ku dijmin bidestbixe, xerakirinên ku ji mesûman re tê kirin, wehşet û qetlîam in.” (ÎLKHA)