Li Balikesîrê serwîsa karkeran qelibî: 25 birîndar
Li Balîkesîrê mînîbûsa ku karker di nav de bûn qeza kir û qelibî, di encama qezayê de 4 jê giran 25 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Gonen-Bandirmaya navçeya Gonenê pêk hat.
Li gorî agahîyan mînîbûsa ku di bin îdareya H.D. de bû, li alîyê Taştepeyê ji bon kontrolê derketîye û qelibîye.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 4 jê giran 25 kes birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyên li Gonen û Bandirmayê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)