• DOLAR 35.495
  • EURO 36.301
  • ALTIN 3036.12
  • ...
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Demîr, erdhejzedeyan gohdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê, zîyaretên xwe yên erdhêjzedeyan didomîne.

Parlementerê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr û lijneya bi wî re erhêjzedeyan zîyaret kir.

Xelkê navçeya Islahîye û Nûrdagê şîkayetên xwe yên pirsgirêkên îskanbûn, ceyran, xeza tabiî û fatûrayên aîdatê anîn ziman û gotin gelek zêde ye.

Erdhejzedeyan destnîşan kirin, ew nizanin ku çiqas pere bidin xaniyên ku teslîmê wan hatine kirin.

Parlementerê HUDA PARê Demîr, piştî zîyaretê derheqê pirsgirêkan de daxuyanîyek da.

Demîr di daxuyanîya xwe de îfade kir ku gel di nav rewşekî ku ew jî nizanin de ye, “Pirsgirikên erdhêjzedeyan bi piranî wisa ne: Divê dayîna xanîyan bi lez bidin wan. Ya herî muhîm ev e ku kesên xwedîyê xanîyan wê çiqas pere bidin xanîyan. Ev yek ne dîyar û eşkere ye. Dihat gotin ji sedî 60 hîbe ji sedê 40 jî teqsît be. Kaxizên vala bi xelkê hatîye îmzekirin.”

Demîr destnîşan kir, divê herkes ji bo çareserîyan pirsgirêkan tevkarîyê bikin û bal kişand ser pirsgirêkên TOKÎyên

“Di warê camî, mekteb, ocaxên sihetê û nexweşxaneyên li xanîyên TOKÎyê de pirsgirêkên ciddî hene. Ev yek ji bo civakê gelek muhîm in. Dev ji van nayê berdan. Ger ev pirsgirêkan neyên çareserkirin wê pirsgirêkên dinê jî neqedin. A niha li gelek cihan camî tune ye û xelk nikarin cihekê bibînin ku nimêja xwe ya înê bikin.”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de got, xanîyên tokîyê bi rêkûpek nehatine çêkirin.

“Ban hêj dilopan dikin. Pirsgirikên tesîsatên avê, ên derîyan û herwekî din dewam dikin. Ji bo ev pirsgirêkan bên çareserkirin xelk nikarin xwe bigihîjin fîrmayên ku xwedî selahîyat in. Tu kes tune ye ku mudaxaleyê van pirsgirêkan bikin.” (ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir