Li Belçîkayê ji ber şoba sermayê endîşe tê kirin
Wezareta Tenduristî ya Belçîkayê, hişyarî da ku li welat şoba sermayê ku dihat texmînkirin dest pê bike li gorî texmînan zû dest pê kir.
Wezareta Tenduristî ya Belçîkayê, destnîşan kir ku li welat şoba sermaya ku dihat texmînkirin çêbibe zû dest pê kir, pileya hişyarîyê jî di koda poteqalî de ye ku ew yek pêlekî di bin pileya herî zêde de ye.
Hat destnîşankirin ku ji ber belavbûna vîrûsan, barê nexweşxane û doxtorên malbatan zêde bûne, li mala îxtîyaran jî gelek mirov bi vê şobê ketine.
Wezatera Tenduristîyê, ji mirovên ku nexweş ketine re şîretan kir ku bila dema ku bikevin nav civakê maskeyan bidin ber dev û pozên xwe. (ÎLKHA)