• DOLAR 35.502
  • EURO 36.237
  • ALTIN 3057.86
  • ...
Karwana hêvîyê li Rihayê ekîba lêgerîn û xelaskirinê saz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê, bi armanca mezinkirina ekîbên lêgerîn û xelaskirinê li Rihayê ji bo dildar û endamên xwe semîneran da.

Endam û dildarên Rihayê yê Karwana Hêvîyê ew ê bi beşdarbûna bernameyên perwerdehîya Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD), agahî û hûnerên xwe zêde bikin, dê ji afetên ku çêbibin re amade bin.

Di semînerên ku hatin tertîpkirin de, qala ehemîyeta xebatên lêgerîn û xelaskirinê hat kirin û di wan dema de jî wê çawa hereket bê kirin hat îfadekirin.

Dildaran piştî perwerdehîyê, ji bona ku ji afetan re midexeleyeke baş û bi feyde bikin perwerdehîyên AFADê temam kirin û ew ê beşdarî ekîba lêgerîn û xelaskirinê bibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir