NY derheqê Sûrîyeyê de daxuyanî da
Temsîlkarê Taybetê Sûrîyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen, destnîşan kir ku ew ji bo destekê bidin Sûrîyeya di pêvajoya demborî de ye amade ne.
Temsîlkarê Taybetê Sûrîyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen, li Rîyada paytexta Erebistana Siûdî di civîna Sûrîyeyê de daxuyanî da.
Pedersen, destnîşan kir ku ew li ser daweta Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Faysal Bîn Ferhan beşdarî civîna li Rûyadê bûye, wî ji bo gelê Sûrîyeyê peyama destekê da û îfade kir ku ew daxwazên alîkarkirina ji bireveberîya demborî ya Sûrîyeyê re bi kêfxweşî pêşkêş dikin. (ÎLKHA)