Artêşa Sûdanê pêşve diçe
Artêşa Sûdanê, piştî ku Vad Medenîya navenda wîlayeta Cezîrayê ye kiribû bindest, bajara Tembulê jî kir bin kontrola xwe.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Sûdanê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Hêzên me yên çekdar û berxwedana gel, kontrola bajara Tembulê bidestxistin.”
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêzên artêşê, ji Hêzên Desteka Bi Lez (HDK) re zayîadên giran dan û bi wê şeklê bajarê bidestxistin.
HDK, di Kanûna 2023yan de Vad Medenîya ku ehemmîyeta wî ya stratejîkî heye û ji li wê derê mirov dikare biçe çar alîyê welat bidestxistibûn.
Artêşa Sûdanê, daxuyand ku ew doh kontrola Vad Medenîyê kirine bidest. (ÎLKHA)