• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Li Hîndistanê li kana komirê qeza: 4 mirî, 5 winda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedaran gottin ku ekîbên xelaskirinê li wîlayeta Assam a bakurê rojhilatê Hîndistanê ev bû şeş roj e di warê operasyona dîtina karkerên winda de  dixebitin û di encama xebatan de cesedên sê karkerên din ên ku asê mane jî ji hundirê kana komirê derxistin.

Cenazeyên ku hatine derxistin, di kana komira Umrangsoya ku girêdayê navçeya Dima Hasaoya ku 241 kîlometre başûrrojhilata Dispura paytexta Assamê ye hatine derxistin.

Rayedarekî polêsan got: "Di encama xebatên ekîbên xelaskirinê yên ji bo derxistina kana di bin avê de bi pompeyan de, îro 3 cenaze ji kana komirê hatin derxistin."

Heta niha 4 cenaze hatine derxistin û lêgerîna 5 kesên mayî jî didome. Cenazeyê ewil roja Çarşemê ji kanê hat derxistin.

Roja Duşemê, bi kêmî ve neh karker di kana komirê de ji ber lehîyê asê man.

Pispor dibêjin pîşesaziya kana komirê li Hîndistanê bi têra xwe nayê rêkûpêk kirin, û karkerên madenê yên ku parastina wan hindik in bi gelemperî bi rewşên xeternak ên jiyanê re rû bi rû dimînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir