• DOLAR 35.519
  • EURO 36.624
  • ALTIN 3054.77
  • ...
Ukrayna: Li herêma Kurskê 2 leşkerên Koreya Bakur hatin êsîrgirtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Leşkerên me li herêma Kurskê personelên Koreya Bakur bidestxistin. Her du leşker jî birîndar in û ji Kîevê re hatin neqilkirin, li vê derê niha bi Serwîsa Ewlehî ya Ukraynayê re di nav têkilîyê de ne. Ev ne karekî hêsan bû. Hêzên Rûs û leşkerên dinê yê Koreya Bakur, ji bona ku Koreya Bakur bi Ukraynayê re ketîye herbê neyê eşkerekirin hemû nîşanan ji holê radikin û birîndarên xwe jî înfaz dikin. Ez ji paraşûtvan û leşkerên Koma Taktîka 84emîn a Hêzên Tevgera Taybet a Hêzên Çekdar yê Ukraynayê re bi minet im.

Çawa ku ji êsîrên herbê re tê kirin ji van 2 leşkerên Koreya Bakur re jî tedawîya tibbî tê kirin. Min ji Serwîsa Ewlehîya Ukraynayê re emir da ku bila rojnameger van êsîran bibînin. Heqê dinyayaê heye ku bi rastî çi dibe çi nabe.”

Zelenskiy di heman demê de destnîşan kir ku leşkerên ku hatine êsîr girtin ji teref mifetîşên Serwîsa Ewlehîya Ukraynayê ve îfadeyên wan hatine girtin.

Zelenskiy, fotoxrafê leşkerên êsîr jî parve kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir