Li Sûrîyeyê teşebûsa êrîşa bomeyî ya ji tirbeya Seyyîde Zeyneb re hat pûçkirin
Îstîxbarata Sûrîyeyê ragihand ku hewldaneke bombebarkirî ya DAÎŞê li dijî tirba Seyyîde Zeyneb li gundewarê Şamê hate astengkirin.
Hat diyarkirin ku Rêxistina Îstîxbarata Giştî bi hevkarîya Midûriyeta Giştî ya Asayîşê rê li hewldana bombekirinê ya li dijî tirba Seyyîd Zeyneb a li gundewarê Şamê girt.
Ajansa SANA ya Sûrîyeyê ragihand ku hewla teqîna ser tirba Seyyîde Zeyneb ji teref DAIŞê ve hatibû plankirin û şikdar hatin binçavkirin.
Berpirsekî ji Ajansa Îstixbarata Giştî di agahiyên ku wî dane ajansê de tekez kir ku Ajansê "Ji bo hember sekinandina hemû teşebûsên li dijî gelê Sûrîyeyê a ji her alîyê civakê hemû hûner têne bikaranîtin.” (ÎLKHA)