• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Der barê doza ku li Mêrdînê 5 kesên Herêma Kurdistanê hatibûn qetilkirin de biryara bi hincet hat eşkerekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di doza ku 2 sal berê li Mêrdînê li dijî wesayîta bi plaqeya Iraqê hat kirin û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn de, biryara bi hincet hat dayîn.

4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê diyar kir ku ji bersûcên girtî Abdullah Kaplan û Farîs Akseven re 5 cezayê muebbetê yê giran û ji her yekî re jî 16 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatîye birîn.

Di biryarê de hat diyarkirin ku bersûcan bi awayekî plankirî êrîş pêk anîne û bi îddîaya ku lastîk teqîyaye wesayîta ku li pey wan diçûn sekinandin. Hat diyarkirin ku bersûc piştre wesayîta ku kesên mexdûr tê de bûn, kişandine qiraxa rê, ji nêz ve bi çekan gule berdane wan, kesên di nav de canê xwe ji dest dane, paşê li ser wan gerîyane, 350 Lîre birine û ji cihê bûyerê revîyane. Di dîmenên kameraya termalê de tevgera bersûcan a li derdora wesayîtê jî bi berfirehî hat lêkolînkirin. Her wiha hat diyarkirin ku çeka ku di bûyerê de hatîye bikaranîn ji bersûcekî din ê ku nehatiye binçavkirin hatiye girtin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku bersûcan bi hev re êrîş plan kirine û pêk anîne û di biryara sûc de bi hev re tevgeriyane. Dadgehê biryar da ku bersûcan poşman nebûne û şert û mercên kêmkirina bi feraset pêk nehatine.

Ev êrîşa bi xwîn a ku di 19ê Çileya 2023an de li ser rêya Artuklu-Nisêbînê pêk hatibû, di biryara bi hincet de bi berfirehî hate nîqaşkirin. Dadgehê diyar kir ku bersûcan ji ber sûcên "kuştina bi qestî" û "talana bi kalîte" cezayê ku heq kiriye, hatîye dayîn. 

Çi bûbû?

Malbatên ku ji Herêma Kurdistanê ne û ji Samsunê diçûne Iraqê, 19ê Çileyê bi şev li qada Yenîkoyê ya Rêbeja Navendî ya Artuklu-Nisêbînê kemîn danîbûn û 3 jê jin 5 kes rastî êrîşa bi çekan hatibûn.

Piştî êrîşê, ji Herêma Kurdistana Hîdrîn Abdullah Salih, Waheda Haedar Jasim, Abdullah Salih Mistefa, Çîman Şahîn Xalid û Ehmed Celaledîn Îbrahîm canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir