22 xwendekar ji ber şibheya jehrîbûna ji xwarinê hatin rakirin nexweşxaneyê
Li navçeya Fekeya Edeneyê 22 xwendekarên dibistana pêşîn, ji ber şibheya bijehrîbûna ji xwarinê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku 22 xwendekarên di Dibistana Pêşîn a Suphandereya navçeya Fekeyê de dixweyînin ji ber gilîya vereşan û dilgerandinê ji teref mamosteyên xwe ve ji Nexweşxaneya Dewlet a Fekeyê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku rewşa xwendekarên ku hatin tedawîkirin baş in.
Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)