Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 6an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 378an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 461emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 70 sîvîlan şehîd kirin û 104 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 46 hezar û 6an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 378an. (ÎLKHA)