Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Stenbol beşdarî “Fûara Teknolojîyan û Pêçandina Zemîn, Kilîm û Xalîyan” bû.
Ji teref Şîrketa Çêkirina Fûarîya Hemû TÛYAPê ve, bi hevkarîya Yekîtîya Îxracatvanên Xalîyên Anadolûya Başûrrojhilatê (GAHÎB) û Yekîtîya Îxracatvanên Xalî yê Stenbolê (ÎHÎB)ê ve di navbera 7-10ê Çileya 2025an de fûarek hat tertîpkirin.
Ji Fûarê re Seroka Şaredarîya Entabê Fatma Şahîn, Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzaed Demîr û gelek temsîlkarên sektorê beşdarî bûn. (ÎLKHA)