Şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana bi xerabî tesîrdar dike
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Ji ber ku êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst ser Xezzeyê dewam dikin, jiyana Filistînîyên derbeder di şert û mercên dijwar ên zivistanê da zehmetir dibe.
WHO, der barê zehmetîyên di demsala zivistanê de li Xezzeya ku di bin êrîş û ablûqeyê de ye de daxuyanî da.
WHO li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir: "Li Xezzeyê her ku germahî kêm dibe, baranên zêde û hewaya sar ji bo malbatên jicîhûwarkirî jiyana xwe hîn dijwartir dike."
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ji ber lehîyê û xisarbûna konan gelek kesan pirsgirêkên sitargehê derketine û ji ber sermayê 7 pitik jî şehîd bûne.
WHO bal kişand ku şert û mercên sar ên zivistanê belavbûna nexweşîyan zêde dike û weha got: "Ev şert û merc gelên mexdûr bêtir mexdûr dikin." (ÎLKHA)