Rejîma sîyonîst: Ji 7ê Cotmehê heta niha 892 leşker hatine kuştin
Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst ragihand ku ji 7ê Cotmehê heta niha 428 leşker di şer û pevçûnên li Xezzeyê de mirine û hejmara leşkerên ku hatine kuştin jî 892 ye.
Di pevçûnên li Xezzeyê de 2 îşxalkerên dinê jî hatin kuştin.
Di daxuyaniya artêşa îşxalker de hat diyarkirin ku di pevçûnên li bakurê Xezzeyê de serçeteyê bi navê Kaptan Eytan îsraîl Şiknazî û serçeteyekî ku navê wî nehat zanîn ji Tabûra 932yan in canê xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku di bûyerê de 2 leşkerên ji Tabûra 932an bi giranî birîndar bûne.
Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst ragihand ku ji 7ê Cotmehê heta niha 428 leşker di şer û pevçûnên li Xezzeyê de mirine û hejmara leşkerên ku hatine kuştin jî 892 ye.
Îşxalkeran agahîyên rast ên hejmara leşkerên mirî û birîndaran ji raya giştî vedişêrin.
Di daxuyanîyên ne fermî de hejmara kuştî û birîndaran bi hezaran e. (ÎLKHA)