• DOLAR 35.392
  • EURO 36.488
  • ALTIN 3041.43
  • ...
Tûgayên Qessam û El-Aqsa: Desthilatdarîya Filistînê hemû xetên sor derbas kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Van her du komên berxwedanê di civîna çapemenîyê ya hevpar de ku li Kampa Cenînê hate lidarxistin de, diyar kirin ku rêveberîya Filistînê, kampa Cenînê bi tevahî ji pêdiviyên bingehîn ên wekî av, ceryan û perwerdeyê bêpar hiştin.

Tûgayên Qessam û El-Eqsa bang li hemû rayedarên Filistînê kirin û ji wan xwest ku ji bo bidawîkirina zilma li vê kampê mesulîyetên xwe bi cih bînin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku sebra wan li ber qedandinê ye û destnîşan kirin ku divê Rêveberîya Filistînê rewşê negihîne wê astê ku encamên neveger û nediyar derkevin holê.

Hêzên ewlehîyê yên Rêveberîya Xweser a Filistînê ev du meh in êrîşên xwe li ser kampa Cenînê zêde kirine û heta niha di van êrişan de 8 Filistînî şehîd bûne.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir