Rejîma qatil li Xezzeyê qirkirinê dike
Di êrîşên dawîn ên sîyonîstên îşxalker de ser malên ku li Xezzeyê sivîl lê dijîn, 6 Filistînî ku piraniya wan zarok û jin in şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst ve li ser mala malbata "Ebdulhadî" ya Filistînî li herêma El-Bureyc ku dikeve navenda Xezzeyê de, 3 kes şehîd bûn û 13 Filistînî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, di encama êrîşa leşkerên îşxalker a li ser komek Filistîniyên ku li herêma Deyr El-Belah a li navenda Xezzeyê kom bûbûn de herî kêm kesek canê xwe ji dest da.
Di êrîşa bi drone ya ku li bakurê Xezzeyê hat kirin de 2 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst ji 5ê Cotmeha sala 2024an vir ve bajarokên Cibaliya, Beyt Lahiya û Beyt Hanûna li bakurê Xezzeyê dorpêç kirîye. Îşxalkeran bi birçî hiştina gelê herêmê û astengkirina hatina alîkarîyên mirovî ji bo herêmê, neçarî koçberîyê dikin.
Artêşa îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li dijî Xezzeyê didomîne û di encamê de 45 hezar û 854 kes şehîd bûne û zêdeyî 109 hezar û 139 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku hêna jî cenazeyên bi hezaran şehîdan di bin xirbeyan an jî li ser rêyan de ne û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)