• DOLAR 35.387
  • EURO 36.551
  • ALTIN 3018.49
  • ...
Ji Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê re êrîş hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Ukraynayê li dijî Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê êrîşên provokatîf pêk anîye û weha hat gotin: "Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi 8 balafiran hewl dan êrîşî Santrala Nukleerî ya Zaporizhyayê û bajarê Energodarê bikin. Balafirên bêmirov hemû pergalên parastina hewayî ne."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji balafirên bêmirov ên ku hatine xwarê li banê navenda perwerdehiyê ya santralê teqiya û şewat derket û wiha hat gotin, "Di santralê de xesareke canî çênebû. Rewşa radyasyonê normal e. Personelên santralê wek berê xebatên xwe didomînin."

Santrala Nukleerî ya Zaporizhia di Adara 2022an de ketibû bin kontrola Rûsyayê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir