Ensarullah keştîya balafiran a Emrîkayê ku hazirîya êrîşê dikir hedef girt
Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan keştiya firokehilgir a Emrîkayê USS Harry S. Truman bi 2 fuzeyan û 4 balafirên bêmirov (drone) hedef girtin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Tevgera Ensarullah Yahya Serî ragihand ku wan bi 2 fuze û 4 balafirên bêmirov li dijî keştîya hewayî ya Emrîkayê USS Harry S. Truman operasyoneke leşkerî ya taybet û hevpar pêk anîn.
Serî diyar kir ku operasyon li bakurê Behra Sor dema ku artêşa Emrîkayê hazirîya êrîşeke mezin li Yemenê dikir hat kirin.
Berdevkê Serî her wiha diyar kir ku wan 3 operasyonên din ên leşkerî pêk anîne ku 2 ji wan herêmên derdora Tel Avîvê û ya sêyemîn jî herêma Eskalanê kirine hedef. (ÎLKHA)