Li Pakistanê otobûsa rêwîyan qelibî: 6 mirî, 26 birîndar
Li Pakistanê otobûsa rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Kot Adduya li wîlayeta Pencapa Pakistanê otobûsek qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran, destnîşan kirin ku otobûs ji Rawalpindiyê diçû Multanê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)