Li Îranê di mezinahîya 5,2yan de erdhejek pêk hat
Li wîlayeta Bûşehra başûrê Îranê di mezinahîya 5,2yan de erdhejek pêk hat.
Navenda Sîsmolojîya Zanîngeha Tehranê daxuyand ku li bajara Cema ku girêdayê wîlayeta Bûşehrê ye di mezinahîya 5,2yan de erdhejek pêk hat.
Hat îfadekirin ku erdhej 20 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Derheqê encama erdhejê de tu daxuyanîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)