140 kedxwarên sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin
Bi dehan sîyonîstên îşxalker, di bin parastina polêsan de êrîşî hewşa Mescîdî Eqsayê kirin.
Çavkanîyên herêmî, îfade kirin ku ji 140î zêdetir kedxwarên sîyonîst ji Derîyê Fasê bi komî êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin û rîtuelên xwe yên Talmudê bikaranîtin.
Heman çavkanîyan îfade kirin ku sîyonîstan di bin parastina polêsan de ketin nav Mescîdî Eqsayê lê misilmanên ku îbadetê dikirin ji têketina sîyonîstan re astengîyê derxistin.
Ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve ku rejima îşxalker li dijî Xezzeyê û Şerîaya Rojavayê êrîşên xwe dan destpêkirin vir ve li ber derîyên Mescîdî Eqsayê û têketinên bajara Kevn tedbîr hatine zêdekirin.
Çeteyên kedxwar ên terorîst, di nav sala 2024an de 256 caran êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin. (ÎLKHA)