• DOLAR 35.356
  • EURO 36.606
  • ALTIN 3010.11
  • ...
Di êrîşên îşxalkeran ên li ser herêmên curbecur ên Xezzeyê de 14 kes şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên şer ên îşxalê li derdora Bîrkat Şêx Ridvan a bakurê bajarê Xezzeyê maleke malbata Berekat bombebaran kirin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û bi heman awayî jî birîndar bûn.

Di encama bombebarana balafirên bêmirov ên îşxalker a li avahiya El Zibak a li kêleka Mizgefta Mezin a Omerî ya li Bajarê Kevin a li navenda Xezzeyê de, zarokek û jinek şehîd bûn, di nav de zarok, jin û extiyar gelek kes birîndar bûn.

Di bomberdûmana îşxalkeran a li ser kampa Cebeliya ya li bakurê Xezzeyê de kesek, di bombebarana ku li bakur didome de 2 cêwîk şehîd bûn.

Xwebexşê Nexweşxaneya Şehîd Eqsayê ya li Dêra Belahê Dr. Sebat Salim di encama bomberdûmana ku ji aliyê îşxalkeran ve li ser maleke kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê hat kirin de şehîd bû.

Li herêma Musbeh a li bakurê bajarê Refahê ya li başûrê Xezzeyê di encama gulebarana îşxalkeran de 2 kes şehîd bûn.

Di encama bomberdûmana li bakurê rojhilatê Refahê de 2 kesên din jî şehîd bûn.

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir va êrîşên îşxalkeran ên li ser Xezzeyê ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî va dewam dikin û heta îro zêdeyî 45 hezar û 805 kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûne û zêdetirî 109 hezar û 64 kes jî birîndar bûne. Ji ber dijwariya bombebaranê û berdewamiya êrîşan, tîmên ambulans û rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin kesên ku di bin xirbeyan de û bi hezaran kesên winda ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir