• DOLAR 35.393
  • EURO 36.494
  • ALTIN 3041.37
  • ...
Hejmarê pitikên ku li Xezzeyê ji sermana şehîd bûne derket 7an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

UNRWA, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û weha got:

“Li Xezzeyê pitikên ku nû hatine dinyayê, ji ber serma û tinebûna cîh û waran canê xwe ji dest didin. Amûrên ku ew ê wan biparêzê, ji teref îsraîlê ve bi mehan li herêmê têne sekinandin.”

UNICEFê, diyar kir ku li Xezzeyê nêzê 7 hezar û 700 bebikên ku nû hatine dinyayê, nikarin xizmetekî tenduristîyê bibînin.

UNICEFê, ji ber şert û mercên zivistanê û ketina germahîyê destnîşan kir ku, “zêdetir zarok, dibe ku ji ber şert û mercên xerab ku ne li gorî însanîyetê ye canê xwe ji dest bidin.”

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini weha îfade kir, “Betanî, şilte û amûrên zivistanê bi mehan e ji bona ku bikeve nav Xezzeyê li bêvîya biryara qebûlkirinê ne û li herêmê asê mane.”

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO), êrîşa ku di 27ê Kanûnê de li dijî Nexweşxaneya Kemal Adwanê hatibû kirin şermezar kir. Ji serê meha Îlona 2024an vir ve WHO rast kir ku herî kêm li dijî nexweşxane û nêzê wan re 50 êrîş hatine lidarxistin.

Rêxistina Çandin û Xwarin a Neteweyên Yekbûyî (FAO), diyar kir ku herb, li Xezzeyê di sektora masîvantîyê de bûye sedema tesîrên xerabker, pileya rojane ya di navbera Cotmeha 2023yan û Nîsana 2024an li gorî sala 2022yan ji sedî 7.3 ketîye.

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), diyar kir ku NY di navbera 6ê Cotmeh û 30yê Kanûna 2024an de 164 caran teşebûs kirîye ku bighêje herêmên bakurê Xezzeyê ku di bin dorpêçê de ne; ji va teşebûsan 148ê wan ji teref îsraîlê ve hatîye redkirin, 16ê wan jî hatine astengkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir