Qabîne îro dicive: Rojev aborî ye
Rojeva Qabîneya ku îro di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin, aborî be.
Qabîneya Serokkkomarîyê, îro di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de dicive.
Civîn ew ê li Beştepeyê di seatê 15.00an de dest pê bike.
Di civîna Qabîneyê de, meseleyên nav welat û derveyê welat û rewşa dawîn a aborîyê bê bidestxistin.
Rojeva ewil ew ê rastkirina meaşa teqawîdbûyî ya herî kêm ku 12 hezar û 500 lîre ye be.
Hat îfadekirin ku ew ê bûyerên dawîn ên ku li Sûrîyeyê pêk hatine jî di rojeva Qabîneyê de be. Rewşa dawîn a piştî rejima Esedê û bi taybetî operasyonên li dijî PKKê bêne bidestxistin, gavên ku bêne avêtin wê bên gotûbejkirin.
Di civînê de ew ê operasyonên li dijî Herêma Kurdistanê jî bêne axavtin.
Li gorî agahîyan ew ê êrîşên dawîn ên rejima sîyonîst a li dijî Xezzeyê jî di rojeva Qabîneyê de be. Agirbesta ku bê kirin û ew ê xebatên alîkarîya însanî bêne nirxandin.
Serokkomar Erdogan, piştî civînê wê ji gel re biaxive. (ÎLKHA)