Li Nîjeryayê pevçûna çekdarî: 10 mirî
Li wîlayeta Jigawaya Nîjeryayê di navbera şivanên Fulanîyê û cotkeran de pevçûneke tund derket, di encama pevçûnê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Mesulê Karên Gelan a Polêsê Jigawayê Lawan Adam Shiisu, daxuyand ku li herêma Migaya wîlayetê di navbera şivanên Fulanî û cotgehan de pevçûneke dijwar pêk hat.
Li herêmên bakurê Nîjeryayê, dem bi dem di navbera şivanên Fulanîyê ku bi zandarîyê re eleqedar dibin û cotgehan de pevçûnên dijwar pêk têne.
Fulanîyên koçber, îddîa dikin ku cotgehan heywanên wan didizin û êrîşî wan dikin. (ÎLKHA)