Di şewata ku li Abhazyayê derket de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan
Di şewata ku li gundekî herêma Gal a Abhazyayê derket de 5 xwişk û birayan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li gundê Papynyrkhua (Saberio) ya herêma Gal a Abhazyayê pêk hat.
Li gor medyaya herêmî dema ku 5 zarok û dapîra wan li malê bi tena serê xwe bûn dapîra wan serê sibê xwest sobê vêxe. Dapîrê bi tevlîhevkirina benzîn û mazotê sobe vêxist, lê şewat ji nişka ve bi mala darîn ket.
Di şewatê de 5 zarokên temenê wan di navbera 1,5 û 8 salî de ku wê demê di xew de bûn jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)