Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 805an
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 805an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 64an.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 457emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 5 qetlîamên 24 saetên dawîn de 88 sîvîlan şehîd kirin û 208 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 805an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 64an. (ÎLKHA)