Derheqê Tanjû Ozcan de lêpirsîn hat destpêkirin
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku der barê Tanju Ozcanê Serokê Şaredarîya Boluyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Wezîr Tunç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê da wiha got: "Ji ber îfadeyên Serokê Şaredariya Boluyê yên der barê Sûriyeyiyên li welatê me da ji teref Serdozgeriya Komarê ya Boluyê ve lêpirsîn hat destpêkirin."
Serokê Şaredarîya Boluyê Tanju Ozcan ku bû mêvanê rojnamevan Fatîh Altaylî jî gotibû, "Min destûrnameyên Sûriyeyiyan ne hiqûqî betal kir, min fêhm kir ku naçin edliyeyê bihayê ava wan 10 qat zêde kir." (ÎLKHA)