Li herêmên îşxalkirî ji bo pevguhertina êsîran xwepêşandan hatin lidarxistin
Bi hezaran xwenîşanderên îşxalker bang li hikûmeta Netanyahu kirin ku îstifa bike û daxwaza pevguhertina girtiyên ya li Xezzeyê kirin.
Li herêmên îşxalkirî ji bo girtiyên li Şerîda Xezzeyê tên girtin serbest bên berdan û hikûmeta Binyamîn Netanyahu îstifa bike çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Li Tel Avîv, Quds û Heyfayê bi hezaran îşxalker daketin qadan.
Xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî îmzekirina peymana pevguhertina girtiyan li Xezzeyê dan û sloganên “Em hemû girtiyên hikûmeta xwînmij in” avêtin. Wan ji ber ku hikûmeta Netanyahu bi HAMASê re agirbest û danûstandinên pevguhertina girtiyan qebûl nekir banga hilbijartinên pêşwext kirin.
Nasên girtiyên îşxalker ên beşdarî çalakiyan bûn jî bertek nîşanî Netanyahûya dagirker dan. Di xwepêşandanên li Tel Avîvê de qaşo polîsên îşxalker tundî mudaxeleyî hin çalakvanan kirin. (ÎLKHA)