• DOLAR 35.328
  • EURO 36.783
  • ALTIN 2993.23
  • ...
Rejîma îşxalê ya siyonîst di nava mehekê de 10 rojnamevanên din jî qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşên siyonistên terorîst ên tenê meha Kanûna 2024an de li Xazzeyê 10 rojnamevanên din jî şehîd bû.

Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê der barê êrîşên rejîma îşxalker de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîma terorîst a siyonîst di êrîşên Kanûna 2024an de 84 îxlal li dijî xebatkarên medyaya Filistînê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji malbatên rojnamevanên Filistînî 8 kes mirin, 3 malên rojnameger û malbatên wan hatin hilweşandin û 5 rojnameger jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Şerîeya Rojava û Şerîda Xezzeyê ya di bin îşxalê de 27 rojnamevan hatine binçavkirin, ji bilî 11 êrîşên çekdarî yên li dijî rojnamegeran, 10 rojnameger bi tundî hatine derbkirin û alavên wan hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku di 3yê Çileyê de ji aliyê Buroya Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezzeyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di êrîşên ku artêşa îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li ser Şerîda Xezzeyê pêk anî de hejmara rojnamevanên ku mirine derket 202yan. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir