• DOLAR 35.315
  • EURO 36.779
  • ALTIN 2997.98
  • ...
Ji Lîbyayê 34 ton alikarîya însanî hat şandin li Sûrîyeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Şaredariya Mîsratayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafira alîkariyê ji Balafirgeha Mîsratayê rabûye û heyeteke ku ji endamên Heyva Sor a Lîbyayê û Şaredariya Mîsratayê pêk tê di balafirê de bû.

Balafira alîkariyê û heyeta Lîbyayê li Balafirgeha Şamê ji aliyê rayedarên Heyva Sor a Sûriyê û nûnerên Balyozxaneya Lîbyayê ya li Şamê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya televizyona dewletê ya Sûriyeyê, di balafira alîkariya însanî ya ku ji Lîbyayê tê da 34 ton erzaq û pêdiviyên tenduristiyê hene. Hate tekezkirin ku ev alîkarî ji bo peydakirina pêdiviyên gelê Sûriyê destekeke girîng e. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir